Xwepêşandana şêniyên xelekan di roja duyem de didome

Şêniyên Dola Xelekan yê Silêmaniyê ji ber xizmetguzariya kêm ev du rojin xwepêşandan li dar dixin.
Welatiyan îro rêya sereke ya di navbera Dukan û Raperîn de li trafîkê girtin.
Di xwepêşandanê de welatiyan xwestin hikûmeta herêmê daxwazên wan bicihbînin.
Rêveberê bajaroka Xelekan Kameran Ebdullah diyar kir daxwazên welatiyan rewane û pêwîste aliyên peywendîdar bersivek cidî bidin.

Îro carek din şêniyên Xelekan a Dukanê ya Silêmaniyê ji ber nebûna xizmetguzariyê kombûn.

Şêniyan ji ber xirabiya rê û kêmaniya elektrîkê ev du rojin xwepêşandan li dar dixin.

Welatiyan îro rêya sereke ya di navbera Dukan û Raperîn de li trafîkê girtin. (dîmenê vê di lînka jê de heye)

Ji ber xwepêşandana welatiyan bi sedan wesayîtên barhilgir li ser rê rawestiyan.

Di xwepêşandanê de welatiyan xwestin hikûmeta herêmê daxwazên wan bicihbînin.

Rêveberê bajarokê Xelekan: Daxwazên welatiyan rewa û mafdarin

Rêveberê bajaroka Xelekan Kameran Ebdullah derbarê nerazîbûna xelkê Xelekan de axivî,

Kameran Ebdullah diyar kir daxwazên welatiyan mafdar û rewane, pêwîste aliyên peywendîdar bersivek cidî bidin.

Ebdullah got:

Me îro daxwazên xelkê gihand aliyên peywendîdar û em li benda bersiva hikûmetê ne.

Daku êdî bêmafî li xelkê vê deverê neyê kirin.”

Kameran Ebdullah diyarkir li piraniya deverên din elektrîka nîştimanî zêdetir ji ya devera Dola Xelekan tê dayîn û xizmetguzarî kêmin.

Bi heman armancê beriya niha jî sê caran xelkê deverê bi heman daxwazê xwepêşandan kiribûn

Lê heta niha aliyên peywendîdar bersiva daxwazên xelkê deverê nedane.

Back to top button