Hozan Mizgîn bi giyanê azadiyê, xwe kir qurbana axa xwe

Weke îro, di bin navê azadiyê de, giyanekî Kurdî mala xwe ji vê dinyayê bar kir..

Îro salvegera şehadeta Hozan Mizgîn ango Gurbet Aydin e.

Şehîd Mizgîn di sala 1992’an de li dijî hişmendiya dagirkeran ser hildide û çalakiya fedayî pêk tîne. Ka em bi hev re li kurtejiyana têkoşer Hozan Mizgîn guhdarî bikin. 

Meha Gulanê weke meha şehîdan tê naskirin.

11’ê Gulanê salvegera 28’an a şehadeta têkoşer Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) e.

Îro li tevahî Kurdistanê bi dehan kes, rihê Hozan Mizgîn zindî dikin.

Şehîd Mizgîn di her kêliyên jiyana xwe de bi moral, rih, hezkirin, rêxistinî, şerker û afirîner bû.

Gurbet Aydin, anku Mizgîn sala 1962’an li gundê girêdayî Elîhê Bilêyderê, çavê xwe li dine vedike.

Bi rêya fermandar Mahsûm Qorqemaz (Egîd), tevgera rizgariya Kurdistanê dinase.

Di wan salan de, Mizgîn bi dengê xwe tê naskirin.

Gurbet tevî çend hevalên xwe, li Batmanê tevlî refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û diçe Akademiya Mahsûm Qorqemaz a li Libnanê.

Li wir, bi Rêber Abdullah Ocalan re rûdine û beşdarî perwerdeya îdeolojî û leşkerî dibe.

Têkoşer Gurbet sala 1983’an li Ewropayê tevlî çalakiyên rêxistinî dibe, li kêleka wê xebatên pêşxistina çand û hunerê dimeşîne.

Li Ewropayê yekem avakirina rêxistina jinê bi pêşengiya Şehîd Mizgîn pêk hat.

Di heman salan de, strana “Çemê Hezil, Gundîno Hawar” derdixîne.

Ev her 2 stranên Mizgîn, di nava gelê Kurd belav dibin û bandoreke mezin li civakê dike..

Di nava “Hunerkom” de cih digire û dibe yek ji damezrînerên komê, piştre bi navê “Hozan Mizgîn” tê naskirin.

Her wiha Mizgîn di damezirandina “Koma Berxwedan” a Mûzîkê ku stasyoneke hunerî û şoreşgeriyek girîng bû, cih digirt.

Di sala 1990’î de Mizgîn diçe çiyayê Kurdistanê û li wir erka fermandariya eyaleta Gerzanê digire û dibe yekem fermandara jin, li rex hunerê şer jî pêş dixist.

Navê Mizgînê li heremê belav dibe.

Dema ku hêzên dewleta Tirk bi Mizgîn dihesin, derdora malê digirin û şer derdikeve.

Piştî berxwedaneke bêhempa, Mizgîn ji bo ku radest nebe, çalakiya fedayî pêk tîne.

Gerîla Hozan Mizgîn Gulana sala 1992’an de şehîd dibe.

Piştî şehadetê, jina şoreşger û Hunermend Hozan Mizgîn di nava civakê de her zindî dimîne.

Li ser şopa şehîd Mizgîn û hemû şehîdên Kurdistanê îro bi hezaran kes li qadên berxwedanê têdikoşin.

Back to top button