Duran Kalkan: Em bi rihê protokola 1982’an ve girêdayî ne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku “ew bi rih, cewher û pîvanên protokola 1982-83’an ve, girêdayî ne”.

Kalkan anî ziman ku, “ev yek dikare ji peymana Kongreya Neteweyî re bibe lêveger, eger gavek bê avêtin jî, wê bi du gavan bersivê bidin”. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, peyamên Rêber Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand.

Peyama Rêber Ocalan a dibêje:

“Bila PDK û YNK nefikirin, ku eger li dijî PKK’ê şer bikin, wê berdêla wê, dewletekê bidin wan.

Ev xapandinek mezin e û ev yek jî di referanduma 2017’an de, eşkere derket holê.”

Der barê vê de, Kalkan dibêje:

Serketina PDK û YNK’ê ya şerê li dijî PKK’ê û tasfiyekirina wê, bêguman nayê qebûlkirin. Gelê me jî, vê yekê qebûl nake.

Ya rastir, divê em weke hemû hêzên Kurdî li dijî dijminên Kurdan bi hev re şer bikin, ji ber serkeftin di vir de ye”.

Dûran Kalkan diyar kir ku “dijminên Kurdan, dixwazin wan li dijî hev bidin şerkirin û dixwazin ev polîtîka encam bigire, divê PDK û YNK jî nekevin vê xefikê”.

Ji bo pêşîgirtina şereke navxweyê jî, Kalkan bal kişand ser banga Rêber Ocalan ya dibêje:

“PDK, YNK û PKK” dikarin protokola 1982 nûjen bikin û yekîtiya xwe pêk bînin”.

Kalkan got:

Banga Rêber Apo watedar û girîng e..

Eger rêveberên niha yên PDK û YNK’ê, yekîtiya demokratîk a neteweyî ji xwe re bikin esas, bi çavê platforma serkeftinên partiyên Kurdan, li Kongreya Neteweyî binêrin, wê di demeke kurt de, yekîtî û kongreya neteweyî pêk were.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiyê de anî ziman ku “ew bi rih, cewher û pîvanên protokola 1982-83’an ve girêdayî ne, ev yek dikare ji peymana Kongreya Neteweyî re bibe lêveger, eger gavek bê avêtin wê bi du gavan bersivê bidin.”

Back to top button