Çeteyên DAIŞê duh bi şev li navçeya Xaneqînê, 2 cotkarên Kurd revandin û piştre ew kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê şevê din bi ser zeviyên çandiniyê yên gundê Mêxas yê Xaneqînê de girtin û ji nava wan 2 cotkarên Kurd revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî çeteyan herdu cotkar revandin, zeviyê wan jî dan ber agir û şewitandin.
Çavkaniyek ji nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê ragihand “danê sibê, li nêzî gundê Mêxas, cenazeyê herdu cotkarên Kurd hatine dîtin û ji bo lêkolînê herdu cenaze rakirin nexweşxaneya Diyalayê”.