Li kampa Holê penaberekî Iraqî hat kuştin

Li kampa Holê ku bi deh hezaran DAIŞ’î lê dimînin û weke bombeyek ber teqandinê tê pênasekirin, penaberekî din yê Iraqî hat kuştin.

Penaberê Iraqî Etallah Enter El-Hayis li beşa yekê ya kampa Holê kuştî hat dîtin.

Etallah Enter zêdeyî 3 gule di serê xwe de xwaribû.

Hat zanîn ku kesê nav borî temenê xwe 23 salî ye û ji eşîra Şemer e.

24’ê vê mehê jî li heman kampê komên çete û şaneyên veşartî 2 zarok revandibûn.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û yek ji kampên herî xeternak yên cîhanê tê hesibandin.

Di kampê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên xwedî fikirên tundrew tê de dimînin.

Back to top button