Li Başûrê Kurdistanê…Di buyerên cuda de 16 kes bûn qurban

Duh li Başûrê Kurdistanê bûyerên cuda çêbûn.
Di qezayên trafîkê û bûyên cuda de 9 kesan jiyana xwe dan û 7 kes birîndar bûn.

Li ser riya gundê Xezîne ya ser bi bajaroka Qesrokê ya Çoman a ser bi Hewlêrê wesayîtek qelibî.

Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Hemû endamên yek malbatê de ne ku di nav de jinek û zarokeh jî hebû.

Her wiha êvarê li bajaroka Xebat a Hewlêrê di rûbarê Zêyê Mezin de ciwanek 20 salî xeniqî.

Her wiha ciwanê bi navê Hisên Heyder ê 17 salî di dema avjenîkirinê de di bendava Dihokê de xeniqî.

Li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê di ava rûbarê Zêyê Mezin de ciwanek 22 salî xeniqî.

Li taxa Penca Elî ya Kerkûkê di navbera du kesan de gengeşe çêbû û piştre şer derket.

Di şer de welatiyek hate kuştin.

Li bajaroka Germkê ya ser bi Pênciwên êvarê wesayîtek û matorbiskilêt li hev qelibîn.

Di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Şofêrê weyasîtê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsînê destpê kir.

Back to top button