Li bajaroka Bêtwate ya Raperînê bi semînek û govendê Pêngava Vejînê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Vê êvarê bi semînek û govendê Pêngava 15’ê Tebaxê li bajaroka Bêtwate ya Raperînê hate pîrozkirin.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştre endamê PYD’ê Bekir Kobanî axivî û got;”Bi pêşengiya heval Egîd gelê Kurd gihîştiye qonaxa îro ku ji bo hemû herêmê qonaxekî çarenivîse.
Weke çawa dibînin li Rojevayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê sîstema xwerêveberiyê û jiyana bi hev re heye, hemû bi saya pêngava 15’ê Tebaxê ye.
Îro jî bi rihê berxwedanê li dijî zordariya dewleta Tirk têkoşîn berdewame.”
Semîner bi govendê bi dawî bû.