Artêşa dagirker nexweşxaneya gundê Xeremox kir armanc

Dewleta Tirk a dagirker ev 10 roj in êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Zêdetir êrişî çavknaiyên jiyanê û navendên tendurstiyê dike.
Duh nexweşxaneyeke din li Kobanê topbaran kir.

Ev dîmenên nexweşxaneya covîd-19 a Kobanê ye, di roja pêşî ya êrişan de bû armanca êrişê û ji kar sekinî.

Duh jî Artêşa dagirker nexweşxaneya gel a gundê qeremox jî bombebaran kir.

Di heman çarçoveyê de gundên Zormixar, Carxilî, mezraya Ehmed Mûnîr ên rojavayê Kobanê û Miştenûr jî hatin topbarankirin.

Artêşa dagirker heman rojê gundê Şêx Îsa, Bêlûniyê yên Şehba, derdora navçeya Til Rifet û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir.

Back to top button