Gundên Şera, Til Rifet û Minbicê hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker ev 10 roj in êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Doh jî gelek dever bûn armanca êrîşan.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê careke din gûndên Til Rifet, Şehba û navçeya Şêrawayê topbaran kir

artêşa dagirker gundê Şêx Îsa, Bêlûniyê yê Şehba, derdora navçeya Til Rifet û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir.

Di nava 24 saetên dawî de, 19 gund û deverên navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi 545 topan, topbaran kirin.

Di topbarana li ser gundekî Şera de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Gundên Cat û Masî yên dikevin bakurê rojhilatê Minbicê bi obîsan hatin topbaran kirin

Dewleta Tirk gundên Kobanê topbaran kirin

beriya vê jî Dewleta Tirk a dagirker gundên Zormixar, Carxilî, mezraya Ehmed Mûnîr ên rojavayê Kobanê û Miştenûr jî topbaran kirin.

Her wiha nexweşxaneya gundê Qeremox jî hat topbarankirin.

Li Reqayê mayînek hate teqandin

Ji aliyeke din li bajarê Reqayê nêzî sûka El Hal mayinek teqiya

Di encamê de zirarên madî çêbûne.

Back to top button