
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena destnîşan kir ku ewê li dijî faşîzma Tirk şer bikin.
Matay Hena anî ziman ku êrîş li ser her beşên civakê tê kirin û got:
“Ji Şehbayê heta bi Dêrikê li hemû bajar û gundan êrîş li dijî hemû gelan hate kirin.
Dewleta Tirk êrîş bir ser çavkaniyên li herêmê.
Bombe li saziyên xizmetê, cih û warê sivîlan barand.
Bi van êrîşan xwest îradeya gel bişikîne. ”
Hena bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo hincetê ji êrîşê re nîşan bide li Stenbolê teqînek organîze kir û got:
“Bi êrîşa li ser Kampa Holê û Girtîgeha Çerkînê dixwaze DAÎŞ’ê bixe nava liv û tevgerê.
Li dijî dewleta Tirk em ê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin..”
Matay Hena destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê amadekariyên xwe temam kirine..
ewê li dijî faşîzma Tirk şer bikin.