Tov û mazot li cotkarên navçeyê belav kir

Tevî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser saziyên cotkariyê jî û Rêveberiya Xweser hewil dide li heremê çandiyê pêşbixe. Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê ji bo çandiniyêbelavkirina mazot û tovê vê salê bi dawî kir.

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê û Deşîşa ji bo pêşxistina çandiniyê, hezar û 430 bîr ruxset kir.

Rêveberê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê Abdulmecîd Îbed têkildarê mijarê axivî diyarkir ku hijmara Ruxsatên çandiniyê herku diçe zêde dibe.

Îbed têkildarê belvkirina sotemeniyê jî ev agahî da: “Li çemê Xabûrê madeya sotemeniyê li cotkaran hate belavkirin û her 15 donim 8 lître mazot jê re hat veqetandin.”

Abdulmecîd Îbed dazanîn ku cotkar dikarin ji bo her donimekê 15 kg ji genim û ceh bistîne. Li gel ku rûbera çandiniyê li çemê Xabûrê yê avî gihaşt 8 hezar û 400 doniman û ji bo yê bejî jî gihaşt 5000 donimî.”

Her wiha Îbat ragihand ku hesên ku zeviyên wan hatinbûn şewitandin tov li wan hat belav kirin.

Leave a Reply

Back to top button