Hêza Wezîfeya Çalakiyan a Malî-FATF diyar kir ku dewleta Tirk piştgiriya madî ya terorê de tedbîran negire wê bikeve lîsteya grî.
Rêxistina Hêza Wezîfeya Çalakiyan a Malî-FATF rapora xwe ya sala 2019’an weşand û tê de rewşa dewleta Tirk a piştgiriya maddî ya dide terorê û pereyên derveyî qanûnî eşkere kir.
Li gorî raporê Tirkiye di van mijaran de tedbîrên pêwîst negirtiye.
Heman rapor di Rojnameya Financial Times a Brîtanî de jî cîh girt.
Ev lîste ji bo welatên ku pereyan spî dikin û piştevaniya terorê dikin hatiye terxandin.
Jixwe piştevaniya dewleta Tirk bo terorê ne tiştekî veşartî ye.
Berî çend mehan jî wezareta gencîneya Emerîkî heman gav avêtibû û 10 kompaniyên Tirkî ku piştevaniya terorê dikirin, xistin lîsteya reş.