Çeteyan, êrîşî erebeyek leşkerên rejîma Sûrî kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagriker li ser rêya M4 êrişî erebeyeke leşkerên rejîma Sûriyê kir, di encamê de çend leşker birîndar bûn.

Îro di seat 12.00’an dema erebeyek leşkerî ya artêşa rêjîma sûriyê di ser riya navneteweyî M4 re derbas dibû çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Şirgirakê ve êrîşî erebeyê kir.

Hate zanîn ku di encama êrişê de hejmarek ji leşkerên rejîmê birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button