Rûsiya û Sûriye li Deryaya Spî dest bi minawereyekî hevbeş kir

Keştiyên Rûsî û hêzên deryayî yên rejîma Sûrî li Derya Spî dest bi manewreyek hevbeş kirin.

Fermandarê Deryayî yê Rûsî Aleksandr Yuldaşyev di daxuyaniya ku dayî çapemeniyê de ragihand ku di manewrayê de balefirên şer yên li balefirgeha Himeymîm, keştiyên şer û keştiyên lêgerîna mayînan ên Sûrî cih girtin e.

Aleksandr Yuldaşyev diyar kir ku li deryayê wê topbaran, li dijî her cure êrîşeke gengaz a komên çete û balefirên bê mirov rahênanî bên kirin.

Yuldaşyev têkildarî hêjmara leşker, keştî û balefiran ti agahî nedan.

Li bendera Tartus û belefirgeha Himeymîm ya Sûrî ji sala 2015’an ve keştî û balefirên şer yên Rûsî dimênin.

Leave a Reply

Back to top button