Dewriyên hevbeş li Rojavayê Kobanê bi dawî bû

Dewriyên hevbeş ên polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi artêşa Tirk a dagirker re li rojavayê bajarê Kobanê bi dawî bû.

Artêşa Tirk a dagirker bi polîsên leşkerî yên Rûsyayê re li ser xeta sînorê rojavayî bajarê Kobanê dest bi dewriyeya hevbeş kir.

Dewriye ji gundê Aşmê dest pê kir û di gundê Zormixar, Cibnê, Çarqilî Foqanî, Beyadîye, Seftak, Boban, Dîkmaş û Selîb Qeran re derbasbû.

Dewriye piştî gera xwe ya nîv seatê vegeriya li gundê Aşmê û li wir bi dawî bû. .

Şêniyên Kobanê jî nerazîbûn nîşanî dewriyeya Rûsya-Tirkiyê dan.

Dewriyeyên hevbeş di çarçoveya hevpeymana Soçiyê ev cara 12’an pêk tê.

Leave a Reply

Back to top button