Wezareta Karên Derve ya DYA: Ji bo mijara Sûrî em bi Tirkiyê re ketine nava danûstandinan

Serokomarê Tirkiye Erdogan, ji bo xwe ji krîza heyî xelas bike, çareseriyê bi êrişeke li derveyî welat de dibîne.
Ji bo vê yekê Erdgan careke din çav berdaye, xaka bakurê Sûrî.
Wezareta Karên Derve ya DYA jî nerehetiya xwe ya li ser gefên Erdogan anî ziman.
Berdevkê Wezaretê Price got,
Derbarê mijara Sûrî de, ew bi Tirkiyê re ketine nava têkliyan.
QSD’ê jî dibêje, di rewşa êrişê de wê dewleta Tirk derbek giran bixwe.

Dewleta Tirk ji bo domandina wêran û talankirina xaka Sûrî, careke din zendên xwe badide.

Polîtîkayên Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan yên guhertina rojeva navxweyî, careke din rê li ber gefên êrişeke dagirkirina xaka Sûrî vekiriye.

Piştî gotinên Erdogan yên despêkirina êrişeke nû, di aliyekî de çav vegeriyan li ser Waşîngtonê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîkayê û Balyozxaneya Enqerê li ser mijarê pêwendî bi rayedarên pêwendîdar ên Tirkiyê re kirine.

Price di civîna çapemeniyê ya rojane de, bersiv da pirsên li ser mijarên heyî.

Beriya niha jî Price anîbû ziman ku pêkanîna êrişeke li dijî bakurê Sûrî wê ziyanê bigihîne ewlekarî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Îro wê careke din serokomarê Tirkiye Erdogan bi Desteya Ewlekariya Milî (MGK) re bicive.

Erdogan piştî civîna 23’ê Gulanê bi awayekî eşkere gefa dagirkeriyeke nû ya li bakurê Sûrî xwaribû.

QSD: Dewleta Tirk wê derbeke giran bixwe

Berdevkê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir li qadê tevgerke berbiçav a dewleta Tirk tuneye lê li ser planeke xetere dixebite.

Şamî diyar kir ew li benda êrişeke dagirker a nû ne û got;

“Em amade ne li hemberî her cure êrişê li ber xwe bidin.”

MSD bang li NY û civaka navnetewî kir ku bilez destwerdanê bikin

Her wiha Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî kir û xwest bi lez destwerdanê bikin.

Hikumeta Şam bo NY: Êrişek Tirkiye li Sûrî weke sûcê şere

Li gorî ajnasa SANA ya hikumeta Şamê, doh Şamê ji bo Sekreterê Giştî yê NY û Konseya Ewlekariyê nameyek li ser mijarê şandiye.

Şamê di nameyê de anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê nerawa ye.

Ev êriş mîna sûcê şere jî hate pênasekirin.

Back to top button