Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîla

Dayîka Ş. Diyar Xerîb û Mamoste Umêd Heme dibêjin PDK’ê bûye parêzvanê dewleta Tirk. 

Dayîka Ş. Diyar Xerîb, Seede Nasir derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de axivî û got:

Dayika Ş. Diyar: Bila êdî ev şer bi dawî bibe

”Daxwaza min ew e ku êdî dewleta Tirk a dagirker dev ji bikaranîna çekên kîmyawî berde.

Bila êdî zarokên me bi van çekên şehîd nekevin û şer dawî bibe. Pêwîste rêxistinên mafê mirovan rê li ber bigirin.”

Mamoste Umêd: PDK’ê bûye parêzvanê Tirkiyê

Mamoste Umêd Heme Salih ku xelkê Silêmaniyê ye jî li ser heman mijarê axivî û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk çiya û xwezaya Kurdistanê bombebaran dike, evane hemû kiryarên rejîma Baas ya faşîste.

Divê rêxistinên dijî çekên kîmyawî dest bi lêkolînê bikin.

Ji ber ku PDK’ê li hemberî karanîna çekên kîmyawî bêdengî hilbijartiye, niha bûye parêzvanê Tirkiyeyê.”

Back to top button