Bê dengiya navneteweyî rê li pêşiya bi karanîna çekên kîmyawî vekir

Rewşenbîr û çalakvanên jîngehparêz ê herêmê li dijî karanîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bertek nîşadan û gotin:
“Ger bêdengiya navneteweyî bidome, dê dewleta tirk van çekan li herêmên din jî bi kar bîne.”

Têkildarî mijarê serokê beşa kîmyayê ya Fakulteya Zanyarî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava Mawend Xelo diyar kir ku taybetmendiya van gazan zirarê bi hemû zindiyên li ser riyê erdê dike.

Derbarê heman mijarê de Serokê Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo axivî û ev tişt anî ziman:

“Bikaranîna gazên Kîmyawî li çiyayên Kurdistanê bi destê dagirkeriyaTirk nîşana pilanek qirkirinê a li dijî Kurdane.

Bêdengiya hêzên navneteweyî jî,hevjariya wan nîşan dide.

Divê saziyên ekolojiyê li dijî vê sûcê bêdeng nemînin û bi erka xwe rabin”

Rewşenbîr Kurdiyar Dirêî jî diyar kir ku dagirkeriya Tirk di dîroka xwe de her tim dixwaze gelê kur di qir bike.

Di dawiyê de Dirêî diyar kir ku bêdengiya navneteweyî bidome, dê dewleta Tirk van çekan li herêmên din jî bi kar bîne.

Back to top button