Çeteyan Daiş’ê êrîşî bajaroka Daqoq a Kerkûkê kir

Çeteyên DAIŞ’ê li sinorê bajaroka Daqoq a Kerkûkê êrişî navendeke polîsên federal ên Iraqê kir.

Di saet 21:00’an de çeteyên DAIŞ’ê li sinorê gundê Tiwêzawe ya bajaroka Daqoqê êrişî navendeke polîsên federal ên Iraqê kir.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, di encama êrişê de polîsek jiyana xwe ji dest daye.

Heya amadekirina vê nûçeyê jî şer li herêmê dewam bû.

Her wiha piştî biryara parlamena Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî, Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê operasyonên xwe yên li Iraqê sekinand.

Her weha koalîsyonê bal kişandin ser parastina baregehên Iraqî yên ku endamên koalîsyonê lê bi cih dibin.

Leave a Reply

Back to top button