Jinên Şengalê: Divê Kurd li dijî hemû êrîşan bibin yek

Jinên Şengalê derbarê êrîşên li ser Zînê Wertê nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirn ku divê êrîşên li ser Zînê Wertê bi dawî bibe û li dijî êrîşan, gelê kurd bibin yek.

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava didomin.

Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Gelê Kurd de jinên Şengalê nerînên xwe anîn ziman.

Jinan anîn ziman ku ew êrîşên li dijî gelê kurd tu carî qebûl nakin û li dijî êrîşan ew ê têkoşîna xwe her dem bidome.

Endama Tevgera Jinên Êzidî TAJÊ’ê Kinê Xidir got:

Em di serî de erîşên ku li Zînê Wertê pêk hatiye şermezar dikin, ev êriş cihê nerazîbûnê û şermezar-kirinê ye.

Cihên ku bi xwîna Şehîdan hatine rizgarkirin, ji aliyê dewleta tirk a dagirker tê tobebaran kirin.

Dema DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir pêşmerger reviyan, niha YBŞ û YJŞ’ê hêzên me yên parastinê ne.

Em ê bi hêzên xwe yên parastinê li dijî hemû êrîşan bisekinin. Em tu carî êrîşên li dijî gelê kurd qebûl nekin.

Endama TAJÊ Meyan Nasir jî diyar kir ku êrîşên li Zînê Wertê êrîşên li dijî gelê kurde û dibêje:

Em êrîşa li dijî Zînê Wertê şermezar dikin, dewleta tirk a faşîst êrîşî me dike.

Em naxwazin şerê birakujiyê çêbibe, em dixwazin êrîşên dewleta tirk bisekinin.

Divê êrîşên li ser Zînê Wertê bi dawî bibe û ji bo parastina ji dagirkeran divê gelê kurd yekîtiya xwe ava bikin.

Em êrîşên li dijî gelê kurd tu carî qebûl nakin û li dijî êrîşan wê têkoşîna me her dem bidome.

Back to top button