Rûsya: Ji ber plan yekalî têne kirin, me deng neda biryara Konseyê

Ji bo nedengdana wê li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya agirbesta Lîbyayê, Rûsya piştgiriyê dide helwesta xwe.

Wezareta derve ya Rûsî, helwesta wiha rave kir:

Me deng neda, ji ber Brîtanya çend xalên me di ber çavan re derbas nekir.

Gava em tevlî encamnameya dawî ya Kongreya Berlînê bûn, me gotibû divê paşê danûstandin bi aliyên Lîbî re çêbibin, lê tiştê herî gumanan çêdike, ew e ku plan bêyî nêrîna Lîbiyan tên amadekirin.

Wezareta Rûsî her wiha teqez kir jî, ku zimanê hişyarî û şêwazên yekalî, wê ti çareseriyê ji bo Lîbyayê pêk neyînin.

Weke tê zanîn, duh Konseya Ewlekariyê bi 14 dengan agirbest li Lîbyayê erê kiribû.

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî, hişyarî ji bo rewşa Lîbyayê da

Ji bo vê meselê jî, Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî gotina xwe hebû..

Rêxsitinê, hişyarî ji bo rewşa sivîlên Lîbyayê da, ku neçareseriya aloziyê wê bihêle xelk birevin derveyî welat.

Li gorî Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî, gelê Lîbyayê hêviyên xwe bi pêvajoya siyasî ve girêdane û eger ev hêvî têk çûn, dê teqez li welêt nemînin.

Back to top button