Seroka Senatoya Emerîkî: Trump gefek dayîmî ye, divê ji erkê xwe rabe

Senatoya Emerîkî li dijî mayîna Trump li ser erkê xwe civiya.

Beriya rûniştina senatoyê bi çend seatan Trump got, “Min ti şaştî nekirine, ez ê çawa ji erkê xwe dûr bikevim”.

Seroka Senatoya Emerîkî Nancy Pelosi jî dibêje ku Trump ti bijarte li pêşiya wan nehişt jibilî hewildana xistina wî ji kar bikin.

Senatoya Emerîkî bi tewanbariya ku wezîfeya xwe xirab bikaraniye, ji bo Serokê Emerîkayê Trump ji wezîfeyê were girtin dicive.

Hat diyarkirin ku delîlên ku di pêvajoya hilbijartinê de ji derveyî welat bi awayekî dij qanûnî pere hatiye danîn, ji dadgehê re hatine pêşkêşkirin.

Tê diyarkirin ku ji karmendekî Ukraynayî milyonek dolar hatiye wergirtin û ji dozgerên New Yorkê Rebekah Donaleskî belgeyên vê pêşkêşî dadgehê kiriye.

Seroka Senatoya Emerîkî Nancy Pelosi ji aliyê xwe ve got, Trump weke gefekî dayîmî li ser Emerîkayê ye û wî ti bijarte nehiştin jibilî em hewildana xistina wî ji kar bikin.

Lê belê berî rûniştina senatoya Emerîkî, Trump li ser twîtterê bersîv da îdîayan û got,

“Tevî ku min ti şaştî nekirine û ev tiştekî sosret e, ka kî bawer dike ku ez ê ji aliyê çepgirên radîkal û demokratên ku ti karî nakin ji erkê xwe werim avêtin.

Trump her weha diyar kir ku ji bo îdîa werin îspatkirin ti lekolîn nehatine kirin û ti sûcê wî nehatiye dîtin.

Eger ev sûc li ser Trump werin erêkirin wê bibe serokê çaremîn ê Emerîkî ku derdikeve pêşberî dadgehê û ji wezîfeyê tê girtin.

Leave a Reply

Back to top button