Serokwezîrê Swêdê li ser rêya Waşîngtonê ye

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson vê hefteyê wê berê xwe bide Waşîngton û bi Serokê Amerîkayê Biden re bicive.
Rojeva sereke endamtiya Swêd a bo NATO yê ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jeo Biden wê vê hefteyê li Koşka Spî mêvandariya Serokwezîrê Swêdê Kristersson bike.

Wê hevdîtin roja Çarşemê pêk were.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean Pierre diyar kir ku wê di hevdîtinê de mijara ewlehiyê û endamtiya Swêd bo NATOyê were nîqaş kirin.

Ji bo endametiya Swêdê were qebûl kirin erêkirina Tirkiye û Macarîstanê jî pêywîste.

DYA û welatên rojavayî dixwazin Swêd beriya lûtkeya NATOyê ya ku 11-12’ê Tîrmehê li paytexta Lîtvanya Vilniusê tê lidarxistin pêk were.

Lewma di vî warî da bi Tirkiye û Macarîstanê ra hevdîtinan dikin.

Parlamentoya Macaristanê berê diyar kiribû ku ewê erêkirina endamtiyê Swêdê bo NATO’yê taloq bike.

Li ser vê yekê Serokwezîrê Swêd Kristersson hefteya borî ragihand ku bi Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban re axiviye û ew ê endametiya Swêd bo NATO dereng nexin.

Back to top button