Li Japonya lehî: Banga veguhestinê li bêtirî 470 hezar kesî hat kirin

Barana zêde ya li Japonya bo sedema lehiyê.
Ji ber bandora neyînî ya lehiyê banga veguhestinê bo 470 hezar kesî hat kirin.

Barana gur ku bandor li gelek deverên welêt kir, bi taybetî li eyaleta Fukuoka, Kumamoto û Oita yên herêma Kyushu ya Japonyayê bandorek neyînî li jiyanê kir.

Li herêma Kyushu ava gelek çeman gihaşt asta krîtîk û li hin deveran lehî rabû.

Li eyaleta Kumamotoyê ji ber bilindbûna avê pira 37 metre dirêj hilweşiya.

Li eyaleta Fukuokayê li herêmeke çiyayî rêyek ji ber şimitîna axê hilweşiya.

Li gelek deverên niştecihbûnê yên li parêzgehên Fukuoka, Kumamoto û Oita jî lehî rabû.

Ji ber metirsiya barana zêde, banga veguhestinê li bêtirî 470 hezar kesî hate kirin.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) hişyarî da ku baranên dijwar wê heta sibe jî dewam bike.

Her wiha ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî şemitîna axê û lehiyan amade bin.

Back to top button