Salvegera 26. a wefata Eyşe Şan

Îro salvegera 26’an a wefata hunermenda Kurd Eyşe Şanê ye. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyan jî dev ji hunera xwe berneda û ji bo xeyalên xwe pêk bîne, kar kir.. Zextên li dijî zimanê kurdî û feraseta feodal jî beşek ji van zehmetiyên li pêşiya Eyşe Şanê bûn.
Eyşeşanê gelek berhem li dû xwe hiştin.

Di nava civakeka feodal de, heke tu jin bî û bi nasnemeya jinê bixwazî bibî stranbêj, ji bo pêk anîna xeyal şerekê bê aman dixwaze.

Em behsa keybanoya bêtac û text, a muzika Kurdî Eyşe Şanê dikin.

Ayşe Şan ango Eyşa Elî di sala 1938’an de li Amedê, di nava malbatekê navdar de ji dayîk dibe.

Bavê wê yê dengbêj û li darxistina şevbihêrkan, hîn di temenek biçûk de bandûrê li ser wê dike.

Dengê ku ji dilê wê diherikî zimanê wê, di demek kin de ji aliyê her kesê ve tê nasîn.

Lê feraseta feodal, destûr ne didan jin bibin stranbêj û xwedî nasname.

Erê bavê wê wefat kiribû, tenê mabû, lê ew bi biryar bû li pey evîna xweya stran bêjiyê diçe.

Ji ber malbata wêya feodal naxwaze jin di nava civakê de strana bêje, bi zorê didin zilamekê jê hez nake, ji vê zewacê keçaka wê çêdibe.

Demek şûnde dest ji zilamê xwe berdide.

Eyşe Şan bi deng û stranên xwe kedeke mezin da çand û zimanê Kurdî

Ji ber zexta civakê û dewamkirina hunera xwe ji Amedê berê xwe dide Dîlok ê û li wir du salan di radyoyê de kar dike.

Ayşe Şan ji ber zextên zimanê kurdî, di sala 1972’an de berê xwe dide Almanya.

Bi wefata keça xwe Şehnaz a 18 mehî, dikeve nava êş û kederên kur.

Di jiyana xeribiyê de xebera duyem a bi jan ku dibihist wefata dayîka wê bû.

Lê malbata wê ya feodal destûr nade ku Ayşan biçe ser gora dayîka xwe.

Ayşana Elî di sala 1979’an de berê xwe dide Hewlêr û Bexdayê.

Li wir Mihemed Arifê Cizrewî, Îsa Berwarî û gelek hunermendên Kurd nas dike.

Vê pêngavê nav û dengê wê li kurdistanê bilav kir.

Eyşe Şan piştî 1990’î ji başûr derbasî Izmîrê dibe, 18 Kanûna 1996’an, ji ber nexweşiya penceşêrê, di nava bêdengiyê de jiyana xwe ji dest dide.

Keybanûya muzika Kurdî ya bi nasnameya xweya jin, li dijî feraseta feodal, şerekî hunerî dabû destpêkirin wiha di got;

“Eger welatekê meyê azad hebûya, wê xelkê me jî xwedî li nirxên xwe derketa.”

Back to top button