Çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ev saleke li Stenbolê dewam dikir.
Malbatên girtiyan îro meşek girseyî li dar xistin.
Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewtandin, xizmên girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin
Çalakiya Nobeta adaletê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê hatibû lidarxistin.
Bajarê Stenbolê ji wan yek cihane ku Malbatên girtiyan bi daxwaza edaletê ev saleke li qadan bû.
Malbatan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê îro bi meşeke girseyî ya li Kadikoy a Stenbolê bi dawî kirin
Polîsan êrişî girseyê kir û gelek kes binçav kirin
Polîsên Tirk ên faşîst êrişî girseyê kir û bi dorpêçkirinê xwest çalakiyê asteng bikin.
Malbat û çalakvanan bi dirûşmeya “bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî polîsan û rayedaran dan.
Di meşê de gelek kes hatin binçavkirin.