Komîserya Mafên zarokan a Rûsya: Em ê 73 zarokên din ji Rêveberiya Xweser werbigrin

Piştî ku Rêveberiya Xweser 35 zarokên Rûsî radestî welatê wan kirin, Rûsya dibêje ew ê 73 zarokên din werbigire.

Komîsera Mafê Zarokan ya Rûsya Anna Kuznetsova diyar kir ku 26 zarokên navborî, gihşatin malbatên xwe û hîna jî belgeyên 9 zarokên din amade dikin.

Tê zanîn ku 6 Sibatê, Rêveberiya Xweser di civîneke çapemeniyê de her 35 zarokên ku malbatên wan DAIŞ’î ne radestî şandeyeke Rûsî kiribûn.

Wê demê Komîsera Mafê Zarokan a Rûsya gotibû, ” Ji bo wergirtina hemû welatiyên Rûsî yên di nava DAIŞ’ê de, wê xebatên xwe bi Rêveberiya Xweser re bidomînin.

Back to top button