
Komeseriya Mafê Mirovan a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên 4 mehan de 543 kes hatine kuştin.
Komseriyê diyar kir ku ji 1’ê Cotmehê û heta niha li Iraqê 543 kes ji wan 276 li Bexdayê hatine kuştin.
Komseriyê ragihand ku di xwepêşandanan de jî 17 ji hêzên ewlehiyê hatine kuştin û jimara birîndaran gihîştiye 30 hezar kesî.
Komeseriya Mafê Mirovan a Iraqê diyar kir ku 22 aktivîst bi awayekî sûqastî hatin kuştin, her wiha 72 kes hatine girtin û heta niha çarenusa wan ne diyar e.
Derbarê kesên hatine binçavkirin Komseriyê ragihand ku 2 hezar û 700 kes in.
Li aliyekî din li dijî erkdarkirina Mihemed Elawî ji bo avakirina hikumeta nû, li Bexda, Zîqar, Kerbela, Necef û gelek deverên din yên Iraqê xwepêşandan didomin.