Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şera topbaran kir.
Doh êvarê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bênê, derdora gundê Ziyaretê Saxanekê û hişa yên navçeya Şêrawa topbaran kir.
Hemwextî êrişên li ser Şêrawa artêşa dagirker gundên Îrşadiyê, Alqemiyê û Tat Meraş yên navçeya Şera û gundên Kefer Naya, Dêr Cemal û derdora bajarokê Til Rifetê û balafirgeha Minx ên Şehbayê topbaran kirin.
Di heman demê de balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser Şehbayê geriyan.
Derbarê encamê êrişên li ser herêmên navborî ti agahî nehate bidestxisin.