Rêxista Parastina Gelên di bin Gefan de ya Alman: Li Efrînê Kurd tên qirkirin

Derbarê avakirina mêtingehan Li Efrînê ku bêhtirî wan ji aliyê Qeterê ve têne avakirin. Rêxistina “Parastina Gelên Di Bin Gefê De” ya Almanî daxuyaniyek da. Rêxistinê got; Qeter destekê dide guhertina demografiya herêmê û qirkirina Kurdan.

Rêxistina Almanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Qeter piştgiriya plana qirkirina Kurdên li herêma Efrînê dike.

Rêxistinê da zanîn ku piştî erdheja ku li Tirkiyê rû da, Qeterê bi navê ku wê alîkariyê bike, mêtingehan ava dike û demgrafiya herêmê diguherîne.

Rêxistinê destnîşan kir ku avakirina van mêtingehan rê li ber bicihbûna hemwelatiyên ne resen li Efrînê vedike û wiha got:

“Niha rê nadin ragihandin û rojnamevanan ku derbasî Efrînê bibin.

Ev yek dide xuyakirin ku gavên qirkirina Kurdan li wir tê kirin.”

Back to top button