5 meh e hikumeta Şamê nahêle cereyên gazê derbasî Şehba bibin

Derdora 5 mehan e hikumeta Şamê nahêle cereyên gazê derbasî kantona Efrîn û Şehbayê bibin.
Deverên ku zêdetirî 200 hezar welatî lê hene.
Je tenê ev 3 hezar malbatên mexdûrên erdhejê jî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dayê wir.

Rêveberiya Depoya Gazê ya kantonê raghand ku hikumeta Şamê ji 29’ê Îlona 2022’yan ve nahêle cereyên gazê derbas bibe.

Rêveberiyê diyar kir ku mehane pêdiviya welatiyan bi 35 hezar cereyên gazê heye..

Lê hikumeta Şamê tenê dihêle du mehan carekê 7 hezar cere derbas bibin.

Koçberên Efrînê yên di kamp û malên nîvwêranbûyî de dimînin, neçar dimînin xwarinê li ser êgir çêkin..

Lê ji bo êgir vêxin, plastîkan dişewitînin û ev jî bi awayekî neyînî bandorê li ser jiyana wan dike.

Dorpêça li ser kantonê, azarên koçberan zêde dike..

Nexasim ku ji ber erdhejê zêdetirî 3 hezar malbat ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatin herêmê.

Back to top button