Sozdar Şêxo: Dewleta Tirk tevî kareseta erdhejê êrişên xwe didomîne

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî êrişên Tirkiyê li ser herêmê xwedî helwestbin.
Hevseroka Desteya hundirîn a kantona Kobanê li herêma Firatê Sozdar Şêxo jî da zanîn ku dewleta Tirk tevî kareseta erdhejê jî êrişên xwe didomîne.

Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo der barê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê nirxandin kir.

Sozdar diyar kir projeya netewa demokratîk a li herêmê pêk hatiye ji bo Tirkiyê gelekî metirsîdar e lewma êrişî herêmê dike.

Sozdar Şêxo teqez kir ku dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe ya hovane bernade.

Sozdar Şêxo di dawiya axaftina xwe de nerazîbûnên xwe der barê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan de anî ziman û got: Dewleta Tirk tevî kareseta erdhejê êrişên xwe didomîne.

Back to top button