Çalakiya grevê ya li girtîgehan di roja 228’an de didome

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ku li girtîgehên dewleta Tirk ên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di roja 228’an de dewam dike.
Li welatên Awropayê jî tecrîd û dagikeriya tirk hate şermezarkirin û berxwedana gêrîla hate silav kirin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 46’emîn di roja 228’emîn de dewam dike.

Çalakiya li Mexmûrê di roja 207. De dewam dike

Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, di roja 207’an de bi koma 104’emîn didome.

Li Yewnanistanê jî çalakî di roja 190. De ye

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdê û binpêkirina mafan 190 roj in di grevê de ne.

Li Evrya Fransayê û Chemnîtzê Almanyayê tecrîd hate şermezarkirin

Li Evryê yê Fransayê jî tecrîda li ser Rêber Apo û qedexekirina kongreya KCDK-E’yê bi meşekê hat şermezar kirin.

Piştî meşê axaftin hate kirin û di axaftinan de hate diyarkirin ku Elmanya bi fermana dewleta Tirk a faşîst zextê li Kurdan dike û tecrîda li ser Rêber Apo jî bi israr tê domamdin.

Li bajarê Chemnîtz a Elmanya jî Solî Komîte û TCŞ, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û qedexekirina kongreya KCDK-E’yê tûra bisîklêtan li darxistin û belavok belavkirin.

Back to top button