Di êrîşên li ser Til Rifatê de yek jê zarok 5 sivîl birindar bûn

Roj nîne ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşî herêmê nekin. Dagirkeran şevê din careke din êrîşî navçeya Til Rifet a Şehbayê kirin. Êrîş dîsa bi balafireke bi çek ya bê mirov hat kirin. Di encama vê êrîşa hovane de yek jê zarok 5 kesên sivîl birîndar bûn.
Her wiha dagirkeran duh gundê Baxoz yê herêma Babê jî topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê sûcên hovane li dijî şêniyên Efrînê yên mane pêktîne, li dijî Efrîniyên ku bi darê zorê koçberkirine jî êrîşên xwe dewam dike.

Dewleta Tirk ji ber bêdengiya cîhanê û piştgiriya aliyên garantor komkojiyan li Şehbayê dike.

Şevê din, balafireke bê mirov a bi çek ya dewleta Tirk navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê careke din bombebaran kir.

Di encama êrîşê de yek jê zarok 5 sivîl bi giranî birîndar bûn.

Navên sivîlên birîndar bûne wiha ne:

Hêvîn Reşîd (40), Zeyneb Ehmed, (40) Sûzan Mamo (30) û Miheme Welîd Ereb (5) yên ji navçeya Raco hatin koçberkirin.

Her weha Nîhad Mihemed Elî (32) yê ji navçeya Cindirêsê hatiye koçberkirin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê hema bêje rojane êrîşî Efrîniyên koçber ên li herêm Şehbayê dike.

23’ê Çileya îsal, li navenda navçeya Til Rifet artêşa Tirk komkujiyek pêk anî di encamê de 3 sivîl şehîd bûn, yek jê zarok, 9 sivîl jî birîndar bûn.

2’ê Kanuna 2019’an artêşa Tirk û çeteyên wê li bajarê Til Rifet di encama topbaranê de komkojiyek pêk anî, di komkojiyê de di nav de 8 zarok 10 sivîl şehîd bûn, 12 sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa tirk gundê baxoz ê babê topbaran kir

Duh şev jî artêşa Tirk û çeteyên wê piştî êrîşa li ser Til Rifetê gundê Baxoz topbaran kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Olşelî bi çekên giran, navîn û tankan gundê Baxozê topbaran kir.

Back to top button