Li Şarbajêr di êrişa Îranê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Şarbajêr ê ser bi bajarê Silêmaniyê ve di êrişa artêşa Îranê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Girêdayî bûyerê Qaymeqamê Bajaroka Çiwarta ya ser bi Silêmaniyê Şaho Osman axivî û got: Dastan Resûl ê 33 salî jiyana xwe ji dest da û Resûl Mehmûd Îbrahîm û Mihemed Ezîz jî birîndar bûne.

Ew her sê kes ji xelkên gundê Merwê ya ser bi bajaroka Sîweîl in.

Ji bo taziyê xwestine biçin Bane, lê li herêma gundê Çoman hêzên Îranê pêşiya wan digire.”

Şaho got: “Ji bo çûn û hatinê li wî sînorî ti deriyek fermî nîne.

Wan daxwaz ji pasdarên Îranê kirine ku rê bidin wan biçin, lê hata niha destûr nehatiye danîn.

Her wiha alozî di navbera wan de derketiye, paşdaran gule berdane wan.

Back to top button