NY: Dê Komîteyeke şêwirmendiyê bo parastina pêvajoya siyasî were avakirin

Şandeya NY ya li Lîbyayê ragihand ku dê Komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêk û diyarkirina mekanîzmeya bijartina desthilata cibîcîker û parastina pêvajoya siyasî ya Lîbî, were avakirin.

Şandera NY Stephanie Williams diyar kir ku gihîştina hilbijartinan, armanceke Amerîkayê ya eşkere ye. Lewre divê pêvajoya siyasî ne li ser bingeha qezenckirin û têkçûnê be.

Serokê Meclisa Parlamenterên Lîbî Uqeyla Salih jî teqez kir ku destpêşxeriya siyasî, çareseriya aloziyê ye û got:

“Dem, dema derxistina çeteyan e.

Divê NY û civaka navneteweyî piştgiriya bijarteya gelê Lîbî û encamên civîna Berlînê bikin”.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî nameyek ji endamên Konseya Ewlekariyê re şandiye ku tê de daxwaziya avakirina desteyeke çavdêriyê bo şopandina agirbesta li Lîbyayê, kiriye.

Back to top button