Li aliyê din dewleta Tirk ya dagirker herêma Zaxo û gundên ser bi Şêxanê ya Duhokê a Başûrê Kurdistanê bomberan kir.
Topxaneyên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û yên li ser sînor îro navçeya Derkarê ya ser bi navçeya Zaxoyê topbaran kirin.
Li gorî agahiyan topbaran zêdetir li dijî çiyayê Xantûr û Kêrê pêk hat.
Hinek malperên Iraqî û Başûrê Kurdistanê ragihandin ku kozikên mûhafizên sînor ên Iraqê jî bûne hedefa Tirkiyê.
Her wiha hate gotin ku zirereke giyanî çênebûye, lê parçe li wesayîtên mûhafizên sînor ketiye.