NY: Madagaskar berdêla rewşa têkçûna avhewayê dide

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku Madagaskar yekemîn welat e ku tecrûbeya krîza birçîbûnê ya ji ber guhertina avhewayê kiriye.

Rêvberê Bernameya Xurekê ya Cîhanê David Beasley diyar kir ku bi guhertina avhewayê re dawiya gelek welatan wê mîna ‘fîlmê tirsê’ be.

Madagaskar jî yek ji van welatan e.

Birçîbûna li welat mirovan neçar dihêle ku kuliyan, pelên kaktus, yan jî heriyê bixwin.

Beasley got, “Rewşa heyî pêwendiya xwe bi ziwatiya bi salan a li welêt heye” û piştî serdana li Madagaskarê ji bo rewşê ev şîrove kir, “Bûyerên ku diqewimin mîna fîlmê tirsê ye.”

Rêvebera Başûrê Afrîkayê ya Bernameya Xurekê ya Cîhanê Lola Castro ku di dema serdanê de bi Beasley re bû, rewş bi gotina “dramatîk” pênase kir.

Castro diyar kir ku rojên hîn xerabtir wê bên.

“Ev mirovên ku ti bandora wan li ser guhertina avhewayê nîne, bi encameke gelekî giran a vê guhertinê re rû bi rû ne.”

NY beriya mehekê hişyarî dabû ku milyonek mirov di nava metirsiya birçîbûnê de ne.

Back to top button