2 wîlayetên din yên Efxanistanê ketin destê Talîbanê

Çekdarên Talîbanê bi pêşdeçûnên xwe yên nû re, herêmên nû kontrol dikin.
Çekdaran wîlayeta Belh û Tahar yên dikevin bakur-rojava û bakur-rojhilatê Efxanistanê kontrol kir.

Hikumeta Efxanistanê ragihand ku çekdarên Talîbanê êrişî navçeya Girê Şor yê nêzî sînorê Belh yê Ozbekîstanê kir.

Di encama şerê li herêmê rûdayî de, Talîbanê navenda navçeyê kontrol kir.

Hêzên Efxanistanê jî ji herêmê paşde kişiyan.

Her wiha Talîbanê navçeya Rustak jî kontrol kir.

Li navçeyê şereke dijwar navbera aliyan de rûda û ji herdu aliyan jimareke zêde ya kuştî û birîndaran çêbû.

Tenê di nava 2 mehên dawiyê de jimara navçeyên ku ji aliyê Talîbanê ve hatine kontirolkirin jî 40’î derbas kir.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê jî ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de li 15 wîlayetan oparasyon pêk anîne.

Di encamê de, 193 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û 110 jî birîndar bûne.

Li Efxanistanê piştî vekişîna hêzên biyanî ya 1’ê Gulanê despê kirî, şerê herî dijwar rûdide.

Back to top button