Li bajarên Kobanê, Şehba, Heleb û Reqa jî bi deh hezaran kes daketên qadên Newrozê. Li qadên newrozê peyama azadiya Rêber Ocalan û berxwedana li dijî dagirkeriyê hat dayîn.
Îro bi armanca pîrozkirina Cejna Newrozê li qadên navendî yên şahiyên Newrozê bi sedhezaran kes li herêma Firatê, Şehba û Helebê daketin qadan.
Gel bi coş û moraleke bilind agirê Newroza 2022’an dadan û li ber awazên stranên gelêrî govendên xwe gerandin.
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê berê xwe dan ser Girê Miştenûr û agirê Newrozê vêxistin.
Xelkê Helebê jî bi girseyî ji serê sibehê ve berê xwe dan cihê pîrozbahiyê û Newroz pîroz kirin.
Di newrozê de peyama azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hate dayîn.
Pêkhateyên bajarê Reqayê jî berê xwe dan cihê pîrozbahiyê û bi coş Newroza xwe pîroz kirin.
Li Şehbayê gel li hev kom bûn û coş agirê Newrozê dadan û govend gerandin.