HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir.
HPG”ê diyarkir ku artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 1081 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandiye, 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a navbera 1 û 30’ê Nîsanê eşkere kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin,
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xaka Kurdistanê ji hêzên mêtinger parastin .
Rejîma AKP-MHP’ê derfetên li ber destê xwe hemû bi kar tîne û êrîş dike.
Rejîma faşîst ku ji aliyê siyasî û aborî ve têk çûye, şerê xwe dewam dike û hewl dide li ser piyan bimîne.
Li gel van êrîşan, gerîlayên me rê nedan dagirkeran û dîrok nivîsandin.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî dewam kir:
Çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê,76 caran bi balafirên şer.
61 caran bi helîkopterên êrîşê, 944 caran bi tank, top, obus û çekên giran bi giştî 1081 caran hatin bombekirin.
Li ser çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî.
Hêzên me li cihên ku dagirkeran êrîş kirin û şer qewimî, bersiv dan dijmin û şer qewimî.
Di vî şerî de 2 dagirker mirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin û çekek topê ya 57’an hate îmhakirin.
HPG’ê dazanîn ku di meha Nîsanê de 7 gerîla şehîd ketina û teqez kir ku dê li ser şopa şehîdan û xeta Apoyî wê têbikoşin û doza azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.”