Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk-HDP’ê Feleknaz Uca destnîşan kir ku bi fermana Şengalê, xwestin koka Kurdan biqelînin û tiştekî bi navê Êzîdiyatiyê nehêlin. Feleknas da zanîn ku dewleta Tirk ji bo plana DAIŞ’ê bibe serî, niha bi êrîşan dixwaze Şengalê bide valakirin. Feleknas got: Divê Êzîdiyên di kampan de vegerin ser axa xwe ya pîroz û planên dewleta Tirk vala derxînin.
Bi boneya salvegera 6. a Fermana 73’yan a 3 yê Tebaxa 2014an a li dijî Şengalê, cîgira hevserokatiya Partiya Gelan a Demokratîk-HDP’ê û parlamentera Êlihê Feleknaz Uca ji ANHA’yê re axivî.
Feleknaz Uca got:
“Di fermana Şengalê de, ne tenê jin, civak, ciwan, erdnîgarî, belê tunekirina baweriya Êzidiyan û parçekirina wan jî hatin armanckirin.
Ev ferman ne tenê qirkirina civak û jinên Êzidî ye. Qirkirina koka Kurdan e.”
Feleknaz Uca: Di şexsê jinên Êzidî de hemû jin hatin armanckirin
Feleknaz destnîşan kir ku di kesayeta jinên Êzidî de, xwestin vîna hemû hemû jinên li Rojhilata Navîn têk bibin û got:
“Li ber çavê hemû cîhanê 7 hezar jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin.
Cara yekem li pêşiya hemû cîhanê jin li bazaran hatin firotin.
Trajediya herî mezin ku hîna rewşa zêdetirî 3 hezar jinan ne zelal e.
Bi dehan gorên komî yên Êzidiyan hatin dîtin.
Feleknaz Uca diyar kir ku divê em fermana Şengalê ji bîr nekin û li dijî her cure êrîşê têkoşîn û bexwedana xwe mezintir bikin.
Feleknaz Uca: Divê civaka Êzîidî vegere ser axa xwe
Feleknaz di dawiyê de, behsa êrîş û komployên li dijî Şengalê di dema niha de kir û ev bang kir:
” Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê xetereyê çêdikin.
Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze Şengalê vala bike.
Divê gelê me yê di kampan de vegerin ser axa xwe û nehêlin dewleta Tirk bigihêje armanca xwe.”