Daxwaza parêzeran a serdana Îmraliyê hat redkirin

Careke din daxwaza parêzeran a çuyîna Îmraliyê û hevdîtina bi rêber Apo re ji aliyê dewleta Tirk ve hat redkirin.
Li aliyê din jî, grevên birçîbûnê li zindanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîda li Îmraliyê ket roja xwe ya 82’an.
Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê jî diyar kir ku wê berxwedana li zindanan serketina mezin bi xwe re bîne.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran da.

Serlêdan serê sibehê hate kirin û hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan serlêdan hatiye redkirin.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulana 2019’an û heman salê di 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82’an de dewam dike

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan jî, girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Çalakiya grevê bi koma 17’emîn di roja 82’an de didome.

Her wiha bi heman armancê çalakiyên greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 61’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya penaberên Kurd a li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 44’an de ye.

Malbatên girtiyan: Doza zarokên me doza me ye

Dayîkên girtiyên di grevên birçîbûnê de ne dan zanîn ku doza zarokên wan doza wan ne û gotin:

“Dewlet xwedî li zarokên me dernakeve, zarokên me ji bo gelê xwe ketine grevê.

Zarokên me li girtîgehan dikujin.

Bila ev tecrîd bi dawî bibe, em ji bo zarokên xwe azadiyê dixwazin.”

Komîteya zindanê ya PKK-PAJK’ê: Berxwedana li zindanan wê bi ser bikeve

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê jî bi wesîleya salvegera Komploya 15’ê Sibatê daxuyanek da û berxwedana li zindanan silav kir.

Komîteyê diyar kir ku wê berxwedana li zindanan wê serfiraziya mezin bi xwe re bîne û bang li hemû kesan kir ku xwedî li pêngavên ‘Dema azadiyê’ û ‘Em xwe diparêzin’ derdikevin û berxwedanê geş bikin.

Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê: Li dijî tecrîdê dengê xwe rakin

Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan bûye arîşeyeke mirovahiyê û bang li gel kir ku ji bo jiyaneke azad li dijî tecrîdê dengê xwe rakin.

Back to top button