Mîthat Sancar: Desthilat ji bo sûcê xwe yê Garê binixûmîne êrîşê HDP’ê dike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ji kuştina leşker û polîsên li Garê, desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsyar e. Sancar bi bîr xist ku desthilatdariyê guh nedaye malbatan û HDP’ê û got, “Desthilatdarî ji bo sûcê xwe binixumîne, HDP’ê sûcdar dike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan- HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê nirxand, ku di encamê de 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên dîlgirtî hatin kuştin.

Sancar got,

“Ev yek di asta herî bilind û giran de binpêkirina hiqûqa mirovan ya navneteweyî ye.

Pêwîstiya me niha bi heqîqetê heye. Divê bi rengekî bêşik û bêguman bê eşkerekirin ku çawa hatine kuştin.

Ez vê yekê bêjim: Çawa hatibin kuştin jî ev rewş teqez ne ya qebûlkirinê ye. Em vê yekê bi rengekî eşkere şermezar dikin.

Lê şermezarkirin têrê nake, pêwîstiya me bi rastiyê heye. Eger rastî neyê eşkerekirin, ne edalet, ne jî aştî pêk tê.”

Mithat Sancar di berdewamiya nirxandinên xwe de komkujiya navçeya Basayê ya Şirnexê, komkujiya Roboskî bibîrxist û got:

“Çawa van komkujiyên navborî ku dewletê bi xwe pêkanî û axaftinên wan tên zanîn niha heman axaftin ji bo Garê jî tê kirin.”

Mîthat Sancar bal kişand ser daneyên Komeleya Mafên Mirovan û diyar kir ku li gorî van daneyan di navbera salên 1990-2010’an de 335 kesên ji aliyê PKK’ê ve dîl hatin girtin di encama hewldan û têkiliyê de temamiya wan bi saxî hatin berdan û gihîştin malbatên xwe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku di salên 2015, 2016 û 2019’an HDP û malbatên 13 leşkeran ji bo berdana wan leşkeran daxuyanî dan, bang li hikûmetê kirin lê desthilat ji vê berpirsiyariyê reviya.

Sancar daxuyakirin ku her çendî desthilat vê yekê berovajî nîşan bide jî, lê desthilat ji kuştina van leşkeran berpisiyar e.

Back to top button