Li Efrînê çeteyan jinek û zarokê wê yê berşîr revandin

Li Efrîna dagirkirî zilm û hovîtiya dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û naçeya Şiyê di navde de zarokek û jinek 4 sivîl revandin, li navçeya Cindirêsê jî sê girên dîrokî talan û wêran kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku 15’ê Sibatê çeteyan jina bi navê Hêvîn Bekir Mûsa 30 salî û zarokê wê yê berşîr revandin.

Hêvîn bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ji şêniyê bi navê Ehmed Bekir Mûsa yê ji gundê Gewanda ya Raco zewicî ye.

Li gorî rêxistinê, ew jin dema dixwast serdana bajarê xwe bike, çeteyan li geraja bajarê Efrînê bi bihaneyên ne rast ew revand.

Çeteyan ji Efrîn û navçeya Şera 2 sivîl revandin

Ji gundê Qirtqilaqê yê Şera jî, bi armanca standina pereyan, çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Minle revand.

Çeteyan ji bo berdan wî hezar Lîreyê Tirkî jê standin û ew hat berdan.

12’ê Sibatê çeteyan li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê, şêniyê bi navê Mihemed Hisên yê ji navçeya Reco revand.

Malpera Afrinpost dabû zanîn ku 10 û 11’ê Sibatê çeteyan li navenda Efrînê 5 sivîl revandibûn.

Heya niha jî çarenûsa kesên ku hatin revandin ne diyar in.

Li navçeya Cindirêsê çeteyan sê girên dîrokî talan û wêran kirin

Ji bo dizîna şûnwarên Efrînê jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker cihên dîrokî talan û wêran dikin.

Rêxistinê Mafên mirovan a Efrînê dazanîn ku çeteyan sê girên şûnwarî li gundê Hec Hesno حج حسنو yê li navçeya Cindirêsê koland û wêran kirin.

Back to top button