Bi sedhezaran li qada Newrozê ya Amedê banga azadiya Rêber Ocalan kirin

Li Amedê jî wekî her sal Newroz bi awayekî dîrokî hat pîrozkirin. Tevî provokasyon û astengiyên polîsaên Tirk jî bi sed hezaran kes li qada Newroza Amedê amade bûn. Pîrozbahiyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Di pîrozbahiya Newroza Amedê de banga Azadiya Rêber Ocalan hat kirin.

Li Amedê, Bi sedhezaran Kurdistaniyan di seatên sibehê de berê xwe dan qada Newrozê..

Di ketinên qada Newrozê de, polîsan welatî asteng kirin, lewma bernameya pîrozbahiyê dereng dest pê kir.

Bi hezaran kes di ketina qadê de bi seatan hatin seknandin..

Gel bertek nîşanî polîsan da û di navbera wan û polîsan de rageşî derket…

Polîs neçar man xwe paş ve vekişînin û deriyan vekin..

Dengên “Azadî ji bo Ocalan” Bê serok Jiyan nabe” bilind bûn û qada Newrozê hejand…

Bi gotina: “Ji Serhedê heta Botanê, Ji Efrînê heta Kobanê, li çar aliyan Newroz pîroz be.” û bi çerxa şoreşê bernameya Newroza Amedê dest pê kir…

Serokê Komîteya Amadekar û Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan axaftina destpê kir û got:

“Bila baş li vê qadê binêrin, vaye Amed, vaye îrade. Kes nikare îradeya gelê kurd bişikîne.”

Ehmed Turk: Kurd wê serî li hember zilmê netewînin

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk derket ser dika Newrozê û xîtabî gel kir û Newroza 2022’an pîroz kir…

Ehmed Turk di sêrî de Newroz li girtiyên zîndanan pîroz kir û got ew ê ev zilm û zor bi dawî bibe..

Pervîn Buldan: Gel li pêyî nameya çareseriyê ya Ocalan e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî ji gel re axivî Newroz pîroz kir…

Bûldan got: “We îro carek din serî netewand û we serkeftin û azadiyê dabîn kir.

Em dibêjin tecrîdkirina birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Gel dibêje ez li pey nameya çareseriyê ya birêz Ocalan im.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî ku li Newroza Amedê xîtabî gel kir, got:

Salîhe Aydenîz: Wê azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyan pêk were

“Em ê azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyan pêk bînin.”

Back to top button