Ji ber greva giştî li Srî Lanka jiyan teviziye

Li Srî Lanka krîza aborî û siyasî welat aniye ber têkçûnê. Bi nêzbûna 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî, dengê karkerên Srî Lanka hîn bihêztir derdikeve. Çalakiya greva giştî ya karkerên Srî Lankayê ji bo îstifakirina Serok Rajapaksa û hukûmeta wî, jiyana li welêt rawestandiye.

Krîza aborî ya li Srî Lanka hikumeta welat aniye ber têkçûnê.

Berpirsekî payebilind ê hikûmetê got,

Ji ber greva gitşî ya rojekê hatinûçûn bi temamî rawestiyaye.

Karbidestên dezgehên hikûmetê û dibistanan neçûn cihê kar, sazî û rêxistin, di nav de bank jî, bi beşî girtî ne.

Aktîvîsta kedkar Wasantha Samarasinghe got,

“Ev yek ji mezintirîn grevên giştî ye ku heta niha ji hêla karkeran ve hatî organîzekirin.

Bi zêdetirî hezar sendîkayan piştgirîya grevê dikin.”

Grev piştî ku bi hezaran kes li pêşiya ofîsa serokatiyê ya li paytexta Srî Lankayê, Colombo, 20 rojên li pey hev protesto kirin û daxwaza îstifakirina Rajapaksa û hikûmeta wî kirin pêk hat.

Xwepêşanderan her wiha daxwaz kirin ku birayê Serokomar Gotabaya Rajapaksa, Serokwezîr Mahînda Rajapaksa îstifa bike.

Xwepêşandan bi rêkûpêk li bajarên seranserê welat têne lidarxistin, di heman demê de meşek şeş rojan ber bi paytextê wê di 1’ê Gulanê de, bi pêşengiya partiya sereke ya opozisyonê were lidarxistin.

Serok ji bo lêkolînkirina îmkana pêkanîna hikûmeta demkî û dûrxistina birayê xwe ji posta serokwezîrtiyê, banga civînê li tevahî aliyên parlamentoyê kir.

Li Srî Lankayê ku bûye şahidê krîzeke aborî ya nedîtî, hikûmetê ji Fona Pereyan a Navneteweyî, Banka Cîhanê, Banka Pêşketinê ya Asyayê, Hindistan û Çînê alîkariyê xwest.

Back to top button