Dr. Mehmûd Osman: Divê aliyên Kurd li hev bicivin

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman derbarê planên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd axivî û diyar kir ku Erdogan lijî Kurdan wekî seyê har lê hatiye..
Mehmûd Osman ji bo çareseriya pirsgirêkan banga danûstandinan li hemû aliyên Kurd kir.

Di 5’ê Îlonê de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker li Xelîfanê komek gerîlayên azadiyê kir hedef.

Di encama êrişê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn û di destê hêzên PDK’ê de ne..

HPG’ê bi daxuyaniyekê bang kir ku bûyer bê lêkolînkirin û PDK’ê gerîlayên birîndaran radestî wan bike.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.

Dr. Mehmûd Osman: Erdogan li dijî Kurdan wekî seyê har e

Dr. Mehmûd Osman got, “divê em hemû bizanin ku armanca Tirkiyê çiye û xwedî çi pilanê ye..

Erdogan li hemberî Kurdan weke seyê har lê hatiye.

Li gorî wan Kurdê baş tune û li hemû deverê jî li Kurdan dixin û bi hemû awayî dijî Kurdan in.

Pêwîste Kurd jî bi hemû awayî vê siyaseta dewleta Tirk şeremzar bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî divê aliyên kurd dest bi guftugoyê bikin.”

Mehmûd Osman diyar kir ku ew ê ji bo her du gerîlayên birîndar ên di destê PDK’ê de bikeve nava tevgerê.

Back to top button