Çeteyên dewleta Tirk bi hezar dolarî şêniyên Efrînê derbasî Tirkiyê dikin

Li Efrîna dagirkirî, zilm û hovîtîya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber didome.
Çete bi hezar dolarî şêniyên Efrînê derbasî Tirkiyê dikin.
Ji aliyê din çeteyên dewleta Tirk dizîyê, wêrankirina şûnwarên dîrokî jî didomînin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê zilm û hovîtîya xwe ya li Efrîna dagirkirine bê navber didomînin.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe guhertina demografya herêmê dewam dikin, weke şêwazekî nû jî şêniyên resen bi 1000 dolarî, bi erebeyên xwe di rêya gundê Hemamê yê Cindirêsê re derbasî Tirkiyê dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ragihand ku çeteyên Tirk, di vê dema dawî de bi armanca desteserkirina mal û milkên şêniyan, du malbat ji navçeya Cindirêsê derbasî Tirkiyê kirine.

Çeteyên dewleta Tirk şûnwarên dîrokî dikolin

Her wiha talan û wêrana dîrok û xwazaya Efrînê jî didome.

Çeteyên Tirk, deverên dîrokî yê di navbera gundê Çema û Be’irava yê navçeya Şera de dikolin.

Di vî dîmenî de jî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şûnwarên Efrînê xuya dibe.

Çeteyên dewleta Tirk 40 berxên şêniyekî desteser kirin

Ne mirov, ne kevir û ne jî lawir ji hovîtiya çeteyên Tirk difilite.

Çeteyên Tirk, weke rêbazekî nû yê diziyê jî sewalên şêniyan desteser dikin û ji xwediyên wê peran distînin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Bakurê Surî, ev yek belge kir.

Li gor navendê, çeteyên Tirk 40 Berx yê şêniyê bi navê ‘Ehmed Hino’ yê ji gundê Maratê desteserkir û jê 3 hezar lîreyê Sûriyê dixwazin.

2 jinên çeteyan hewl dan teqînekê pêk bînin

Du jinên çeteyên Tirk hewldan teqînekê di dikaneke kesekî kurd li çerxereya Kawa de pêk bînin.

29’ê Hezîrana borî jî jineke çeteyên Tirk, dîsa hewl dabûn teqînekê di dikana kesekî kurd li taxa Tilel de pêk bîne.

Her wiha li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jî jineke nenas zarokê bi navê Îmad Mehmûd Ukeş ê 2 salî, ji banê avahiyekê avêt û kuşt.

Back to top button