Mismarî: Tirkiyê bi hezaran çete ji Sûriyê şandine Lîbyayê

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed Mismarî, duh ji televisyona me re axivî û teqez kir ku di nava bi hezarên çeteyên ku dewleta Tirk ji Sûriyê şandine Lîbyayê de, çeteyên DAIŞ û Cebhet Nusra jî hene. Her wiha duh li nêzî navenda şandeya NY ya li Terablusê, di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket û di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Li aliyekî din Fransa û Cezayîrê teqezî li ser hevkariyê, ji bo bidawîkirina aloziya li Lîbyayê kir.

Duh berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî ,têkildarî rewşa dawî ya li Lîbyayê, beşdarî bernameya Mel Hedes a televsiona me bû.

Mismarî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo piştgirya Hikûmeta Wifaqê ya Ixwanî bike, bi hezeran çete ji Sûriyê ku di nava wan de çeteyên DAIŞ û Cebhet Nusra hene, şandine Lîbyayê.

Mismarî: Em ê heta bidawîkirina hebûna Tirkiyê, şer bidomînin

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, anî ziman jî ku:

“Erodgan ji bo planên xwe yên qirêj pêk bîne ser nexşeyeke mezin dilîze, lê wê bi bin bikeve.

Dewleta Tirk dixwaze şerê li Lîbyayê dirêj bike û bi rêya piştgirya Ixwanên li Lîbyayê û li cîhanê, imperatoriyeke Osmanî nû ava bike.

Weke Artêşa Niştimanî, em ê heta bidawîkirina hebûna Tirkiyê li welêt, şer bidomînin.”

120 çete bi balafireke Tirkî berê xwe da Lîbyayê

Di heman çarçoveyê de, tora Al-Arabia ragihand, balafireke dewleta Tirk ku bi jimareke çete barkirî bû, ji bajarê Dîlok ber bi Lîbyayê ve kete rê.

Li gorî agahiyan, di vê balafirê de 120 çete hebûn.

Li Terablusê çete bi hev ketin û gelek kuştî û birîndar çêbûn

Her wiha duh li Terablusê, di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket û di encamê de jimareke çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, hin xanî jî hatin şewtandin.

Şerê derketî li ser benzînxaneyekê li devera Cenzûr, nêzî navenda şandeya NY û navenda bicihbûna nûnera teybet a sekreterê giştî yê NY rû da.

Beriya niha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku dewleta Tirk nifşin nû ji çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve dişîne.

Çavdêriyê destîşan kiribû jî ku, ji ber bidawîbûna girêbestên wan, gelek çete vegeriyane Sûriyê.

Li gorî daneyên Çavdêriyê, jimara çeteyên Sûrî ku heta niha çûne Lîbyayê, bûye 15 hezar û 800, ji wan 5 hezar û 600 vegeriyane Sûriyê.

Her wiha li gorî Çavdêriyê, heta niha 470 çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê hatine kuştin, 33 ji wan jî kêmî 18 salan bûn.

Fransa û Cezayîr, dê hevkariyê ji bo bidawîkirina aloziya Lîbyayê bikin

Li aliyekî din, Serokê Cezayîrê Ebdil Mecîd Tebûn û serokkomarê Fransayê Imanoel Macron, derbararê aloziya li Lîbyayê, bi rêya telefonê axivîn.

Her du serokan teqezî li ser hevkarî û destpêşxeriyên aştiyê ji bo bidawîkirina aloziya Lîbya û herêma berava Afrîkayê kirin.

Back to top button